Vaye diçim dinya,
diçim piştî demekê û li pey xwe nameyzênim,
bê gazinde me,
bi xwe re dibim awirên xwe yên hişîn,
bi xwe re dibim gilî û gazindeyên xwe,
bila ji te re bimîne kewna te,
bi xwe re dibim xeyalên xwe,
ez ê hesretên xwe di nav biskên hinekirî de bihûnim,
û ez ê stêrka xwe ya vemirî li ber çemê Miradê berdim,
me li hev nekir û vaye diçim.
Bu Yazı Hakkında Henüz Hiç Yorum Yapılmamış
Yorum yazabilmek için önce üye girişi yapmalısınız. Üye Girişi
Fırsatları ilk sen öğren!
Yeni kampanyalardan ve alışveriş fırsatlarından haberdar ol.