Telefon
WhatsApp
1500 TL ve üzeri alışverişlerde ücretsiz kargo! Alışverişe Başla
Hızlı Kargo Yerli Marka Doğa Dostu Ambalaj

Koloniya Tawane


Kodu:
9786059295291

Yazar:
Franz Kafka

Yayıncı:
Lis Basın Yayın

Kategori:
Edebiyat | Hikaye - Öykü

Ceviri:
Fatih Aydın

Sayfa Sayısı:
261

Basım Yeri:

Basım Tarihi:
2018-3

Basım Numarası:
1

Dil:
Kürtçe

Kapak:
Karton

Kağıt:
2.Hamur

Ölçüler(mm):
135-210

Paylaş:
Franz Kafkayê jîyanê (bûnewerîyê) weke şerekî têkçûyî dihesibîne û di nava seqayeke resen a aydî xwe de mirov(ekî) vediguherîne kêzikekê û mohra xwe li binyata wêjeya cîhanê dixe, di çîrokên xwe yên çeşn kurteçîrok de çeqelan diaxivîne û kuştina çeqelan a ji teref mirovên Ereb bi vegotina çîroka Çeqel û Ereb weke sîleyekê li ser çavên mirov dixe.
Meymûnekî ku bi destê mirovan hatiye birîndarkirin û li ser lasayîkirina tevgerên mirovan çawa veguherîye mirovan, bi nivîsandina Ji Akademîyê Re Raporek weke bangewazîyekê guhan kerr dike.
Meymûn di raporê de derseke baş dide mirovên Ewropî: "Min jî ev kir.
Min da avê.
Tu rêya din li ber min tunebû, helbet bi qebûla ku azadî ne vebijarkek e.
" Û meymûn rastîyeke dîtir bi mirovan dide fêhmkirin: "Gava ez li pêşveçûna xwe û armancên xwe dinêrim, ne lomedar im, ne jî pê kêfxweş im.
Destên min di bêrîkên şalê min de, şûşeya şerabê li ser maseyê, ez nîvpaldayî, nîv li ser rûnişteka hêlanok rûniştî, di pencereyê re li derve mêze dikim.
Mêvan tên, ez, li gorî ku bi wan rewa ye, xêrhatinê li wan dikim.
Organîzatorê min li odeya pêşîn rûdine, gava ez bang lê dikim ew tê û guh dide ser tiştên ez jê re dibêjim.
Bi êvaran tim xwepêşandan hene û xwepêşandina min çetin e ku ji vê çêtir jî be.
Kengî ez ji zîyafetan, ji sazûmanên zanistî, ji civînên kêfê dereng tême mal, şempanzeyeke nîvperwerdekirî li benda min dipê û ez, bi awayê ku meymûn kêfa xwe bi hev tînin, kêfa xwe bi wê tînim.
Bi roj ez naxwazim wê bibînim; di awirên wê de dînîtîya ku li heywanên bi perwerdekirinê re hişbelavbûyî, hene; ez tenê van dîbînim û ez nikarim lê sebatê bikim.
" Kafka bi çîrokên Kolonîya Tawanê di nava cîhaneke bi hêmayan xemilandî de xwîner vedixwîne bizaveke xwendinê ya di nava gêjgerînekan de ku ji bo têgihîştina wê cîhanê, kedxwendineke zehmet pêwîst e.
Kolonîya Tawanê bi wergera Fatîh Aydin êdî milkê Kurdî ye
Bu Yazı Hakkında Henüz Hiç Yorum Yapılmamış

Yorum yazabilmek için önce üye girişi yapmalısınız. Üye Girişi