Telefon
WhatsApp
1500 TL ve üzeri alışverişlerde ücretsiz kargo! Alışverişe Başla
Hızlı Kargo Yerli Marka Doğa Dostu Ambalaj

Kurdistan u Prosesa İslamkirina Kurdan


Kodu:
9786056211232

Yazar:
Şiwan Osman Mistefa

Yayıncı:
Lis Basın Yayın

Kategori:
Edebiyat | Edebiyat - Diğer

Ceviri:

Sayfa Sayısı:
280

Basım Yeri:

Basım Tarihi:
2011-6

Basım Numarası:
1

Dil:
Kürtçe

Kapak:
Karton

Kağıt:
2.Hamur

Ölçüler(mm):
145-215

Paylaş:
Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan a Şiwan Osman Mistefa derket! Her civakek, çi qasî rabirdûya xwe û qonaxên guherînan nas bike, ew qasî dikare li ser erdnîgariya xwe, bi dînamîkên xweserî xwe bijî û bi hebûna xwe berdewam be.
Gelê Kurd ê ku bi hezaran salan e li Kurdistanê, li ser axeke berfireh jiyaye, timî bi guherînên trawmatîk re rû bi rû maye, lê tevî têkçûnên derbaskî, hatiye di vê sedsalê re derketiye.
Gelê Kurd bi saya serê rewşenbîr, lêkolîner, lêgerîner û wêjevanên xwe, dîroka xwe û wêjeya xwe sal bi sal zelaltir dike.
Bi vî awayî, ji bo ku di warê ronîkirina dîroka Kurd û Kurdistanê de qonaxeke din jî zelaltir bibe, lêkolîna balkêş û hêja, Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan, a ku nameya doktorayê ya Şiwan Osman Mistefa ye, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate çapkirin.
Mistefa ev berhem wekî name pêşkêşî Beşa Dîrokê ya Fakûlteya Zanistî ya Zankoya Silêmaniyê kiriye, desteya di binê serokatiya Prof.
Dr.
Keykawîs Nûrî Qeftan de, her wiha ji ber rastiya ku xebatên bi vî rengî kêm hatine kirin, ev xebat bi dereceyeke bilind nirxandiye û qebûl kiriye.
Ev xebat, ji bilî agahiyên li ser erdnîgariya Kurdistanê ya beriya Îslamiyetê û ew dînên ku wê demê Kurdan perestine, di warê dîrokî de reng e bê gotin ku bi tenê li ser dewra xîlafeta Xelîfe Omer e.
Ji ber ku ka Îslamiyet kingê hatiye Kurdistanê û Kurd çawa bûne Misilman, di çarçoveya dîrokî de, pirseke girîng e, xwendevan dê di vê berhemê de bi gelek zanyariyên bi hûrgilî bibîne ku Kurd di serdema vê xîlafetê de hatine dagirkirin.
Kurd di warê civakî, dînî û aborî de tûşî guherîneke wisa bûne, ku heta wê demê di dîroka xwe de tûş lê nebûne.
Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan a Şiwan Osman Mistefa, bi zanyariyên têrtijî yên der barê vê qonaxa girîng a dîroka Kurdistanê de xwendevanan ronî dike.
Bi wergera ji zaravayê Soranî bo zaravayê Kurmancî û tîpguhêziya ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî ya Ziya Avci.
Bu Yazı Hakkında Henüz Hiç Yorum Yapılmamış

Yorum yazabilmek için önce üye girişi yapmalısınız. Üye Girişi